Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

November 5, 2020

“Berê mala me li gund bu, di sala 1992an de me koçî navenda Mêrdîn kir. Aniha mala me li navenda Mêrdîn e. erd û darên me jî li gundin, Dawîya heftê em tên wan av didin. Berê tu kar ne dima ku me nedikir Lê piştî em çun bajaran êdi tu kar bi me nabe, Em nikarin li ser xwe herin û werin. Em sere şeveqê radibun û em diçun paleyîyê. Heta nîvro me paleyî dikir. Piştre em dihatin bin sîya daran. Em diçun malê û me şîv çêdikir, me şîr germ dikir û me di meyand, me 2 teşt nan li tenûrê dixist. Me mal dida ser hevdu û paqij dikir w Me ava xwe ji kanîyê bi pîya tanî malê. Seknandin ji me re tune bu. Betlandin û êş di canê me de tune bu. Me bîra nexweşîyê nedibu. Aniha rehetî heye lê bi qasî rehetîyê nexweşî jî heye”