Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

May 3, 2023

“Xweza dermanê her tiştî ye. Durketine ji axê, durketina mirovatiyê ye. Ez ji 70 salî zêdetir im. Bi taybetî ciwan hez dikin li bajaran bijîn. Lê em kal û pîr rojekê jî dev ji gund û axa xwe bernadin. Em li vir ji dayik bun, em li vir mezin bûn. Hemû bîranînên me li vir in. Ne hêsan e ku meriv dev ji hemî bîranînan berde. Ez nikarim di apartmanan de bijîm. Zarokên min li bajêr dijîn, ez jî li gund dijîm. Carinan gava ku ez diçim bajêr tu dibe qey ez difetisim. Bêhna mi dernayê. Demildest ez vedigerim gundê xwe, vedigerim vî xaniyê xwe yê keviran. Tenê bêhna mi li vir derdikeve û ez li vir hest dikim ku dijîm. Li gorî mi jîyana bajaran mirina bêdeng e.” ...

April 12, 2023

“Li cihanê her tişt tê guhertin. Ev guhertin şert û mercên jîyana mirovan jî diguhere. Sedemek vê guhertinê pêşketina teknolojiyê ye. Pêşkeftina teknolojiyê jiyana mirovan hinek rehet dike. Lê ev guhertin weke gelek tiştan li gunda dereng çêdibe. Bi rastî ev ne pirsgirêk e. Pirsgirêka sereke ne hatina teknolojiyê ye, dereng hatina hin hewcedariyên bingehîn ên jiyana mirovan e. Yek ji wan hewcedarîyan jî av e. 50 sal in li gundê me pirsgirêka avê heye. Hîn jî rê ji bo danîna lûleyan û anîna avê ya xaniyan tune ye. Em hê jî ava xwe ya vexwarinê li keran bar dikin û tînin malê. Ji bo me av ji teknolojiyê girîngtir e. Lê weke her tiştî av jî dereng tê.” ...

March 30, 2023

“Ez karkerê çandiniyê me. Her sal dema çandinî destpê dike diçim Edeneyê. Ez bi heqdestê rojane dixebitim. Şert û mercên kar gelek dijwar in. Di van zehmetiyan de bi salan ez xebitîm û mi ji xwe re xanî kirî. Tenê xaniyê mi hebu. Di erdhejê de zirareke mezin dît. Ji ber ku zirarek mezin ditî ye dê dewlet xera bike. Aniha cîh tune ye ku em herin. Ez, birê mi û zarokê me li der ve man. Me ji saziyên fermî kon xwest lê nedan. 3 roja em li derve man. Piştre ez çum bazarê û mi malzeme kirî û mi konek wiha çêkir. Em niha 12 kes li vir dimînin. Êvaran pir sare. Em sobê pêdixin. Ne tenê mala xwe, me bîranînên xwe jî winda kir. Aniha tiştek me tune”. ...

February 22, 2023

“Mi du nevîyên xwe winda kir, yek jê 3 salî û yê din 7 salî bu. Mi kurê xwe û bûka xwe winda kir. Hemû di bin xirbeyan de man. Cinazeyê nevîyên mi û bûka mi derxistin. Yê kurê mi ev çend roj hêj dernexistine. Ez ji mêrik re dibêjim 'herin binêre' ji min re dibêje ‘bêhn tune ye’ ê ku bêhn tune dibe ku sax be? Çima hûn dernaxin? Ma bila bimrin? Li xirbeyên ser rê dixebitin lê hêj dest nedane vir. Ji bo werin vir mi xwe avêt ber kemçeyê. Kurê mi 22 salî ye. Ez nikarim dengê xwe bidim bihîstin.” ...

February 1, 2023

“Ez texmîn dikim ku di jiyanê de ji tîbûnê xerabtir tiştek tune. Dema ez zarok bum jî li gund av tune bu, va emrê mi gihîşt 60an dîsa av tune ye. Li gund 150 mal û 40 hezar sewal hene lê av tune ye. Bi salan e em ava xwe ji bîran distînin. Sewalan li vir av didin û ji bo malê jî em bi kera divin malê. Ava bîran ji bo tenduristiyê jî zirar e. Lê em mecbur in. Ku baran nebare emê bê av bimînin. Îsal pir ziwa ye û ev ziwahî di mehên havine de dê ji bo me bibe pirsgirêkek mezin. Belkî em tî bin, belkî em bi hesreta dilopek avê bimirin. Ger wiha bidome li gundan jiyan namîne, dê hemû gundî koçber bibin.” ...

January 22, 2023

“Dema zivistên tê hemû gund vala dibin. Tenê kal û pîr li gunda dimînin. Ji ber ku derfetên kar li gund tune ye hemû ciwan ji bo bixebitin diçin bajarên rojavayê Tirkiyê. Em kal û pîr tenê li gundan dimînin. Ji ber wê navê mehên zivistanê ji bo me tenêtî ye. Em dimînin zarokên me diçin. Nêzî çar mehan ev tenêtî dewam dike. Hemû karê gund em dikin. Zehmete lê em mecburin. Dema dibe bihar hinek tên hinek jî li bajaran dimînin. Em bi hesreta wan rojên berê ne. Xwezî ew derfetên ku berê li gundan hebu aniha jî hebuna. Lê mixabin tune ye. Av kêm buye, berf û baran kêm buye. Ji ber ev kêm bune çandinî jî ne weke berê ye. Gelek salan ji bêavî hemû tiştên me dişewitin. Êdî dinya ne weke bere ye.” ...

January 15, 2023

"Ez ji Erziromê me. Ez û hevserê xwe ji bo debara xwe bikin hesin çêdikin, ji bo ku xeyalên xwe pêk bînin jî peykeran çêdikin. Hemû tiştên ku bi hesin çêdibe dizanim. Ez yek ji karên herî dijwar dixebitim. Hesin ji ber ku bi agir germ dibe bi evînê diheje. Ew min pir kêfxweş dike. Li vir nêrîneke min a cuda heye. Ez hewl didim ku berhemên ku yekparebûna xweza û mirovan nîşan dide biafirînim. Ez jî hewl didim di şert û mercên îroyîn de helwesta jinê nîşan bidim. Pîşeya min a sereke moda ye, lê ez moda bi awayekî din dijîm". ...

January 8, 2023

"Mi li zanîngehê beşa elektronîkê xwend. Piştî mi qedand mi ev kar qet nekir. Mi li dervê bajêr ji xwe re erd girt û qadek jiyana xwezayî çêkir. Ez rojên xwe zêdetir li vir bi axê re, bi dar û çandiniyê re derbas dikim. Êdi ez dizanim ku xweza dermanê her derdî ye. Mi gelekî rehet û kêfxweş dike. Di heman demê de ez wênegirim. Gund bi gund bajar bi bajar digerim wêneyan dilkşînim. Dema li gunda mi wêne di girt di axaftina bi gundîyan re ez hînbum ku êdî tovên heremî pir kêm buye. Vê mijarê dile mi êşand. Her wiha mi biryar da ku dema ez biçim gunda ezê tovên heremî berhev bikim û bînim li baxçeyê xwe biçînim. Mi bi dehan cureyên tovên heremî berhev kir û ezê biharê wan biçînim. Ez hêj berhev dikim. Piştre ezê wan li gundî û cotkaran jî belav bikim. Ez dixwazim ku weke berê her tişt xwezayî be". ...

November 24, 2022

"Ez koçerim. Ev 45 sale ku ez şivantiyê dikim. Mi çavê xwe di nava ajalan de vekir. Koçerî ji bav û kalan ji mere maye. Emrê me li deşt û çîya derbas dibe. Hemû jiyana me li çiyan û dibin konan de diçe. 2 zarokê mi li çiyê dibin kon de hatin dinyê. Heger çiqas koçerî ji derve xweş xuya bike jî gelek zor û zehmetiyên wê heye. Bi hatina mehên biharê de em ji Şirnexê çîya bi çîya heta bajarên serhedê diçin. Ji ber mêrg û hêşînahiyê em keriyên pez û dewarên xwe dibin zozanên serhedê. Em 5 mehan li wir dimînin û piştre di heman rêyê re vedigerin Şirnexê. Di mehên çile de em li çiyayên navçeya Hezex a Şirnexê di konan de dimînin. Hemu debare me li ser pez û dewarane." ...

November 9, 2022

“Li gunda kar zêdetir li ser milê jina ye. Em serê sibê zu radibin û heta êvarî di nava kar dene. Hemu kar gelek zehmetin. Yek ji wan jî nane tenûrê ye. Hinek roja ez sê teşt nan lêdixim. Dema biharê em derdikevin zozanan ev hejmar jî zede dibe. Bi mehan em li zozanan dimînin. Li gorî wê em kar û barên xwe dikin. Heger çiqas nanê tenûrê xweş be jî çêkirina wê gelek zehmete. Bi saetan em li ber agir û di nava duxanê de dimînin. Mi nizanibu lê dibêjin ev duxan ji bo tenduristîya mirovan ne başe. Hinek dibêjin duxan dibe sedema pençeşêrê. Dibe ku rast be. Ji xwe ku rast be jî em dîsa çêdikin. Di çêkirina nane tenûrê de talûkeyek di heye. Dema mirov ne baldar be dibe ku têkeve hindirê tenûrê. Carînan em dibîhizin ku hinek jin dikevin tenûrê û jiyana xwe ji dest didin. Bi rastî em gelek xemgîn dibin. Ji ber wê dema ku em nan lêdixin em gelek baldarin.” ...

October 27, 2022

“Sal bi sal gelek pîşe winda dibin û tê ji bîrkirin. Pîşeya mi jî yek ji wane. Di dîrokê de dema ku wesaît tune bun, veguhastin bi hesp, hêstir û keran dihat kirin. Ji bo wan jî kurtan û palan hewce bûn. Lewma palankerî karekî hewce bû. Ji ber wê karê me gelek girîng bu. Ji her deverê dihatin kargeha me. Bi pêşketina teknolojiyê hewcedarî bi wan nema û palankerî jî têk çû. Berê li vê bazarê gelek palanker hebûn. Lê aniha li vê bazarê ez palankerê dawî me. Ku ez jî herim êdî tu kes namîne û dê ev pîşe jî winda bibe û were ji bîr kirin. Bi rastî ev yek mi gelekî xemgîn dike.” ...