Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

November 8, 2020

“Ez li Zanîngeha mamoste bûm. Ez 23 salan xebitîm, piştre ji ber xebatên mi bi biryarek sîyasî ez ji kar derxistim. Ez li ser xweza û ajalan dixebitîm. Piştî ku ez ji kar derxistim mi xebatên xwe berdewamkir. 5 sal bere dayikêkê din ava goreyan de ji mi re bizirê genim anî. Ev çar sale ez wî bizirî zede dikim û 5 cureyên genim jê derket. Armanca mi zêdekirin û bikaranîna bizirê xwezayî ye. Aniha hemu cotkar bizirê endustrî bikartînin. Heger çiqas hilberîna bizirê endustrî zêde be jî di rastîya xwede axê dikuje. Ji bo tenduristîya mirovan jî nebaşe. Dibe sedema nexweşîyên giran. Xwarîna wê jî bê tahme. Ji ber wê em bizirên xwe yê heremî bikartînin û zêde dikin. Piştre em li cotkarên derdorê bela dikin. Em dixwazin hemu cotkar ji bo xwedî derketina axa xwe bizirê xwe yê heremî bikarbîne û bi dermanên endustrî axa xwe nekuje.”