تشرینی دووەم
10
2020
0 Comments
لە: خەڵکی باکوور
November 10, 2020
“9 zarokê mi hene û jî li Stenbolê dijîn. Ez û hevserê xwe tenê li gund dijîn. Hevserê mi bi qenserê ket û aniha derman dibe. Her meh diçe nexweşxanê. Karê erda û malê hemû li ser milê mi maye. Ji zarokatîya xwe heta aniha ez li gund xebitî me, ling ne ketîye ber mi. zarokê mi yek bi yek ji bo bi xwebitin çun Stenbolê. Li gund qada xebatê zêde tune ye. Tenê erd û darin lê ew jî têr nake. Hemu ji mi dûr in tenê bi telefonê bi wan re diaxivim. Ji çend meha hinek tên ba me hinekî dimînin û dîsa diçin. Mi di xwest hemû zarokên mi li ba mi bûya lê derfet tune. Jiyan ji bo jinan pir zor û zehmete.”