Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

November 24, 2020

“Dema ez 7 salî bum li ba bavê xwe karê sifirê hîndibum. Mi gelek ji vî karî hez dikir. Dema ji dibistanê derdiketim ez diçum kargeha bavê xwe û dixebîtim. Bavê mi hemu tişt pêş mi kir. Piştî bavê xwe mi dev ji vî karî berneda û mi domkir. Mi gelek nîgar li ser sifir, cam, hesin û daran çêdikir. Ya herî zêde mi jê hezdikir suretê Şahmaran bu. Li ser sifirê surete Şahmaran cara yekem mi çêkir. Şahmaran ji bo jinên ciwan tiştek bi wateye. Jinên ciwan berîya bi zewicin ji bo ku bextewar bin li ser cêzên xwe Şahmeran neqş dikirin. Berê li ser dîwaran, ser derîyê malan di şahmaran cîh hebu. Aniha kêm buye. Ji ber wê ez bi kare xwe çîroka Şahmaran didim jîyandin. Aniha li ser sifir, cam, dar, kevir û hesin Şahmaran çêdikim. Ev kar her roj diçe winda dibe. Ji ber wê ez vî karî hinin zarokên xwe dikim. Aniha kurê mi bi mi re dixebite û hînbuye. Hêvîdikim ku berdewam bike û ev kar xilas nebe”.