Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

December 2, 2020

“Mixabin êdî kuştina jinan û tundîya li ser jinan her roj diçe zede dibe. Kuştina jinan bi daneyên statîskan tên nîşandan. Ew jî dibe sedema ji bîr kirina nav û çîrokên wan jinan. Lê hemû jinên ku hatine qetîl kirin çîrok, hêvî û daxwazên wan ji jiyanê hebû. Ji ber vê yekê di vê xebatê de min xwest ez navê jinên ku hatine kuştin nedim ji bîrkirin. Ji ber wê mi bi navê ‘Neqşebîrdarî’ xebatek çêkir. Min 7’ê sibatê dest bi kar kir û her ku jinek tê kuştin ez navê wê lê zede dikim. Piraniya jinan ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin. Ew jî bi rastî min êşand. Hêvî û xeyal û daxwazên wan jinan hebû û ew xeyal û jiyana wan ji destê wan hatin stendin. Ji ber vê jî min cûreya nexşê bijart. Ji ber ku nexş bi hêvî û daxwazên mezin tên amade kirin. Li ser keda jinê heye û di heman demê de ji bo jinan mînakek ji bo berxwedanê ye.”