December 28, 2020
“Di sala 1960an de mi destpêkir. 60 sal çêbu. Hosteyê mi ermenî bû. Ev çermên ku pê pêlavan çêdikim ji çermên ga ne. Em solên xwe ji çermên gayên 2-3 saliyan çêdikin. Çermê gayê mezin jî, ji ber ku hişk e em wan dikin binê pêlavan. Hinek sol jî ji çermên bizinê çêdibin. Mi di ciwaniya xwe de rojê 8 cot pêlav çêdikir, lê niha rojê solek an jî 2 solan diqedînim. Nêzîkê 40 sal berê li Amedê 100-150 dikanê solan hebûn. Niha 10 dikan an heye an jî tune ye. Yê ku vî karî dikin pir kêm bûne. Yê ku ji xwe hez bike an jî kesên ku qiymeta solan bizanibe tê solan ji ba min digire. Kesên ku lingê wî seqet an jî pir mezin be ji ber ku solê febrîqayê nabînin ji wan re bi destan çêdikim. Gelê me îro gava pêlavan digirin baş be an jî nebaş be jî li marqeyê mêze dike. Pêlavên ku bi desta tê çêkirin ji bo aramî û tendûristiya mirovan gelek baş e. Daxwaza me ji gele me ew e ku solên xwe bi destan bidin çêkirinê. Bila dîroka me jî pêş de biçe”.