Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

January 11, 2021

“Ev 60 sale li vê kargehê de dixebitim. Ji sala 1960an ve ez vî karî dikim. Temenê mi bi vî karî derbas bu. Mi 3 zarok bi vî karî mezin kir. Berê karê me gelek bu. Bi şev û bi roj em dixebitîn lê dîsa jî têr nedikir. Lê aniha êdi tu kes şewqa bikar naynin. Li Amedê gelek hosteyên şewqa hebun lê aniha tene ez mame. Êdi ez jî nikarim dewam bikim. Piştî demek kin ez ê jî dev ji vî karî berdim. Piştî mi li Amedê tu kes namîne ku şewqa çêbike. Şewqe çandek kevn û mezin bu. Aniha tenê kal şewqê dixin sere xwe. Ciwan bi çanda şewqa nizane. Gelek karen wiha yên kevn roj bi roj winda dibe. Ez gelek xemgîn dibim ku dê karê mi jî winda bibe. Xwezî zarokên mi hînbibuna lê ew jî bi rêya xwe çun. Her wiha çandek mezin dê din ava salan de winda bibe û were ji bîr kirin.”