Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

January 20, 2021

“Ez mamoste me û ev demek dirêje ez bi kare hunerê mijûl dibim. Ewilî mi dest bi çêkirina wêneyan kir. Pişt re mi dest bi perwerdehiya çêkirina peykerên metal û têlan kir. Aniha ez li ser portreyên têlan dixebitim. Nêzî salekê mi nêzî 18 peykerên têlan çê kir. Di çêkirina portreyên peykerên ji têlan têde îfade heye. Ji bo min têl bi qîmet bûye. Têl parçeyekî hunera min e, piştî ku ez şikil didim wê, ew dibe huner, ez bi vî çavî li têlan mêze dikim. Ez ewilî modela wan di serê xwe de teşe didimê, li ser xaxizê xêz dikim û pişt re bi têlan çêdikim. Min xwest bi têlan tiştek cuda çêbikim. Ev peyker hinek wek xêzkirinê li dîwar disekinin, lê dema mirov li nêz temaşe dike xwe dide eşkerekirin ku peykerên têl in. Dema mirov lê mêze dike ne rastî ne, lê wek hestek ku rastî ne hest dide mirov. Peykerên têl pir nayê zanîn. Hin mirov dibêjin ku qey ev huner afirandina min e, lê ne ya min e. Ev hunera peykerên têl li Ewrûpayê gellek heye”.