Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

January 22, 2021

“Di sala 2010an de li gundê me bendav çêkirin. Piştî ku av bilind bu mal û erdê me hemû dibin avê de man. Erdê me yê ma jî li aliye di yê bendavê me. Piştî ku bendavê av li xwe girt, rêyên gundên me jî di bin avê de man. Ji bo hatûçûnê, rêya gundan nêzî 25-30 kîlometre dirêj bû. Ji ber rê tune bu em nikaribun herin ser erdê xwe. Me jî wê demê nizani bu ku em bêjin heta ku hûn pirê çênekin bendavê çênekin. Me got, her kengê be dê pirê çêkin. Rêyên me ji hev hatin qetandin, qismek zeviyên me li wî alî man qismek jî li vî alî man. Gundê me bûne du parçe. Hewldanên me yên li gel rayedaran jî bê encam ma. Me jî çareserîyek ji xwe re dît. Ji bo ku em bikaribin di navbera gundên xwe de bên û biçin, me ji bajarê Îzmîrê felûqe ango belemekê kirî. Niha xwendekar, cotkar û nexweş û şêniyên gundan bi vê felûqeyê derbasî gundên xwe dibin. Bi carekê de 69 kes dikarin lê siwar bibin. Dibêjin ev felûqe dikare bikeve bine avê jî lê ji berk u em nizanin hêj me necerabinadîye”.