Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

January 24, 2021

“Ji zarokbuna xwe heta aniha ez li ser Çemê Dîjle masîya digirim. Zarokatîya mi li ser vî çemî derbas buye. Aniha li Çemê Dîjle gelek tişt hatîye gûhertin. Berê me li ser vî çemî bi masîyan bazirganî dikir. Masî gelek hebun. Rojê herî kêm me 150 kîlo masî digirt. Gelek cureyên masîya hebu. Aniha ne wiha ye. Çêmê Dîjle qirêj kirin û xera kirin. Bendav li ser çêkirin, bi nezanîya avdana erdan dikin û çem bi wê herîyê qirêj kirin. Berê ava Dîjle gelekî zelal bu lê aniha weke herîyê diherike. Ji ber ku av qirêj bu hejmar û cureyên masîya jî kêm bu. Aniha ez çiqas bixebitim jî tenê 10 kîloyan an digrim an nagirim. Ji ber bendavê ava çem geh bilind dibe geh kêm dibe. Ji ber wê jî cureyên masîya ji Dîjle koç kirin. Êdi em dixwazin destê xwe ji ser Çemê Dîjle rakin. Bila Dîjle li gorî xwezaya xwe biherike. Bila deste mirovan lê nebe”.