Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

January 12, 2022

“Ev 45 sale ku ez bandfiroş im. Ev kar ji bavê mi ma. Mi emrê xwe da muzîkê. Berê eleqeyek mezin hebu lê aniha kes eleqeyê nîşanî banda nade. Hert tişt buye dijîtal. Ez di vî karî de zarokatîya xwe û bi tevahî jîyana xwe dibînim. Kargeha mi biçuke lê heta aniha mi nêzi 20 hezar band arşiv kirîye. Ji hunermendên heremî bigrin heta hunermendên navdar û hunermendên ku navê wan hatîye ji bîr kirin, bandê hemuyan di arşîva mi de heye. Dema hunermend tên kargeha mi û bandê xwe dibînin matmayî dimînin. Ji ber ku wan jî bandên xwe ji bîr kirîye û di destê wan de tune ye. Ji dema ku mi dest bi vî karî kirîye ez herdemê bandekê difroşim ya di jî ji bo arşîva xwe hiltînim. Heger bandek tene di destê mi de bimîne ku malê dinyê jî bidin mi ez nafroşim. Ji ber ku mi emrê xwe daye vî karî û ji bo mi wateyek mezine. Ji gelek welatan tên û banda ji mi distînin. Hinek 10, hinek 20 banda dixwaze. Bi rastî ez dixwazim ku banda bifroşim kesên ku qîmeta wan zanibe. Ji ber ku kesên qîmet nezan carekê guhdar dikin û piştre davêjin”.