Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

January 23, 2022

“Berê li gundê me gelek aşên avê hebun. Bav û kalen me jî kare aş dikirin. Piştî wan me destpêkir. 50 sal berê me av anî aş û me ev kar dewam kir. Ev 35 sale em li ser aşê avê tehînê çêdikin. Her tiştên me xwezayî ye. Kuncîyên vir bê gubre ne. Em li vir wan vedikin, dişun û li ser agir wan sor dikin. Bi hêza avê jî em tehînê çêdikin. Tiştekî ku bi ceryanê dixebite li vir tune ye. Her tişt xwezayî ye. Tiştên ku bere hebu û ji bo tenduristîya mirovan baş bu ev tene maye. Me 14 zarok bi vî karî mezin kir. Rojê em heta 120 kîloya çêdikin û kîloyê bi 35 lîra difroşin. Kesên ku ji me distînin gelekî memnun dibin. Ji ber ku nêzî derîyê Xeburê ye kes ên ku diçin derîyê sînor ji vir tehînê dikirin û diçin”.