Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

February 13, 2022

“Ez Zanîngeha Erdexanê doktora dikim. Mijara teza doktora ya mi çanda eşîrên koçere. Ez li ser eşîrên koçer yên Elikan, Duderan û Soran dixebitim. Ev salekê ez bi wan re dijîm û bi wan re bajar bi bajar koç dikim. Din ava salekê de ez 3 caran çume mala xwe, weke din ez bi koçeran re li çîyayên cüda di konan da dijîm. Di serî de ji ber ez ji bajêr hatibum mi gelek zor û zehmetî dîtin. Lê aniha ew zor û zehmetî tune ye. Ew mi weke keça xwe dibinin û ez jî wan weke malbata xwe dibînim. Aniha em ê ji Şirnexê koçî Serhedê bikin. Ev rê wê 2 mehan dewam bike. Di pêvajoya ku ez bi wan re mam mi gelek pirsgirêkên wan jî dît. Yek jê kirêya zozanan ya di jî rêya koçê ye. Zozanên ku lê dimînin gundî gelek dirav dixwazin. Ji ber ku rêyek dîyarkirî ya koçê tune ye gelek zor û zehmetîyan dibinin. Ji bo ev pirsgirêkên wan çareser bibe mi raporek amade kir û ragihand rayedaran. Ji bo pirsgirêkên wan çareser bibe divê em xwedî li koçeran derbikevin”.