Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

March 2, 2022

“Karê me gunda ajaldarî ye. Li gundê me biçuk û mezin nêzî 20 hezar ajal heye. Her roj diçe xwedî kirina pez zor û zehmet dibe. Dema zivistanê berf zede tê rêya gund tê girtin û em nikarin ji gund derkevin. Bi mehan rê girtî dimîne. Ji bo me pirsgirêka herî mezin av e. Li gund ava vexwrinê tune ye. Em avê ji bîra derdixin. Zivistanê av cemed digre û em nikarin wê avê jî derxin. Ji bo xwe em karin avê ji berfê derxin lê ajalên me ji tîna dimrin. Heta aniha 4 ajalên mi jî, tîna mirin. Her roj qerîna wane. Mirov çawa bê av naqedîne ajal jî wiha ne. Ku av tune be wê hemu bimrin. Bi salane ev pirsgirêka avê heye. Heta havînê av tevahî zûwa dibe. Ji ber wê dema biharî em pezê xwe divin bajarên herema Serhedê. Heta payizê em li zozanên Serhedê dimînin. Piştre vedigerin gund. Êdi karê gundan û ajaldarî gelekî zor û zehmet buye. Ji ber vanm zehmetîyan gelek welatî ji gund koçî bajaran dikin. Em neçar mane”.