March 23, 2022
“52 sale ez hesinkariyê dikim. Mi di 10 salîya xwe dest bi vî karî kir û heta aniha ez dixebitim. Di sala 1969an de mi destpêkir. 9 sala ez li ber deste hostê xwe xebitîm. Di sala 1978an de mi kargeha xwe vekir. Di wan sala de welatîyan zarokên xwe dixistin karên wiha. Dema me ji gund koçî bajêr kir bavê min mi anî ba hesinkarêkî fileh. Navê wî İsmail bu. Bavê min mi teslîmî wî kir û got ‘kurê mi emanetî xwedê û emanetî te’. Xwedê ji wî razî be, ji mi pir hezdikir û karê hesinkarîyê pêş mi kir. Berê karê me pir zor û zehmet bu lê perê wê jî pir bu. Piştî ku teknolojî pêş ket û mekîne derketin kare me ji sedî 90 kêm bu. Ez das û balte çêdikim. Zêdetir gundîyên derdorê bajêr dikirin. Di vî karî de ya herî girin avdana hesine. Her hoste li gorî xwe avê dide, hinek bi rûn av dide hinekl jî bi avê. Ez bi avê av didim. Dema hûn av nedin tu wateya wî hesinî namîne. Her hesinek 11 caran dikeve nava agir û em dikin das û balte. Divê em 4 kes bixebitana lê ji ber rewşa aborî em 3 kes dixebitin. Ji ber wê em zede diwestin”.