Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

May 8, 2022

“Ev 35 sale ku ez karê tamîra pêlavan dikim. 10 zarokên mi hene û mi her 10 zarok bi vî karî xwedî kir û mezin kir. Ji zarokatîya xwe heta aniha ez pêlavan tamîr dikim. Berê gelek kargehên tamîra pêlavan hebu lê aniha 3-4 kargeh mane. Hosteyên bere pir kêm mane. Berê wisa mekîne tunebûn , em bi destan dixebitîn. Derzî, ta, mîx û tevşo hebû. Tiştekî din tunebû. A niha şert û merc baştir in lê di netîcê de kar tuneye. Îro zilamek pêlava xwe nayêne vê derê û bi 15 lîreyan nade tamîrkirin. Wê demê millet ji gund dihatin û kar hebû. Mekîne tunebû lê kar zêde bû. Niha hemû tişt baş e lê em heta êvarê betal rûdinin. 20 sal berê karê me pir baş bu, lê ev çend sale ku kar kêm bibu. Min ê kargeha xwe bigirta. Lê piştî qeyrana aborî buhaya pêlavan jî pir zede bu. Ji ber ku pêlav pir buha bu êdi welatî pêlavên xwe yên kevn tamîr dikin. Her wiha karê me jî zede bu. Di dîrokê de gelek pîşe winda bu ye. Pîşeya tamîra pêlavan jî li ber windakirinê bu. Lê aniha pîşeya me ji ber qeyrana aborî dîsa rastî eleqeyek mezin tê”.