Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

June 1, 2022

“Dema zarok bum kare çand û hunerê gelekî bala mi dikşand. Mi suret xêz dikir û mamosteyên mi pir ji mi hez dikir. Her wiha mi rê hevalê xwe jî dida. Ji ber ku derfeta mi tune bu bi dewam nekir. Me koçî bajarê Mersînê kir û li wi mi karê kartonpîyerê kir. Piştre ez hatim Mêrdîn û mi dest bi hostetîya kevirên Mêrdîn kir. Ji ber ku êdi ez kal bum û mi nikaribu kare keviran bikim mi dest bi karê deqkirinê kir. Ev 10 sale ez vî karî dikim. Di hunera deqkirinê de hewl didim ku çanda Mezopotamayê û Kurdan bi naskirin bidim. Weke Ahûra Mazda, Şahmaran, Zihayê Firat û Dîcle, Dewrêşê Evdî û Edûlê, li ser Sumer, Asûr û Medan nêzî 200 berhem min çêkir. Gelek xebatên min ên portreyan didomin. Her wiha min portreyên gelek navdarên Kurd jî çêkirin. Ji Eyşe Şan bigirin heta bi Mela Mistefa Barzanî min wêneyê gelekan li ser textîk deq kir. Ez ji çanda Kurd ilhama xwe distînim, ez vê bi hunera xwe jî nîşan didim. Ez dersa jî didim, heger kî were derîyê mi ji wan re vekirî ye”.