Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

July 24, 2022

““Ez ji Zanîngeha Dîcleyê ji Beşa Mamostetiya Polê mezûn bûm. Bi sedema ku tayîna mi çênebu mi bi navê ‘Şewl û Xaraw’ kargehek vekir. Ez li kargeha xwe kulîlkan hişk dikim û dikim tablo. Di serî de mi li mala xwe dest bi vî karî kir û piştre mi biryar da ku ez kargehekê vekim. Ev huner di heman deme de ji bo mi weke terapîyekê ye. Dema ez çêdikim bêhna mi derdikeve û tiştên xirab ji heşê mi derdikevin. Ewilî diçim ji çolê kulîlkan berhev dikim. Piştî ku ez tînim malê dixim nava rûpelên pirtûkan. Kulîlk din ava pirtukan de hişk dibin. Piştî hişk dibin, datînim ba hev. Karek gelek zehmet e û sebrê dixwaze. Divê ritûbet nekişînin û li cihek ziwa werin veşartin. Piştî kulîlk hişk dibin dibim kargehê û pişt re em li ser difikirin ku van kulîlkan çawa bikin tablo. Piştî em sêwira kulîlkan çêdikin, dixin hundirê çarçoveyê ango tabloyê. Her tiştê me xwezayî ye. Em ji bo hişkkirina kulîlkan dermanek bikar naynin. Em dermanê zeliqandinê jî bikar naynin”.