Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

September 4, 2022

“Mirovên ku li kolanan dijîn hene. Perê wan tune û gelek caran birçî dimînin. Dema di ber kargehê re derbas dibin li hindir dinêrin. Ez zanim birçîne. Fedî dikin ku bêjin. Ji ber wê mi li ser cama xwe “Heger hûn birçîbin û perê we tune be fedî nekin. Dema ku çê bu hûn dikarin bidin, heger hûn nedin jî bila helal be. Heger çiqas bêjin mirovatî mirî ye jî hêj hêvî ya me heye’ nivîsî. Ev saleke ku ev nivîs heye. Piştî wê gelek kes tê û bê pere dixwe û vedixwe. Hinek kes piştre heqê xwe didin, hinek jî nadin. Bila helal be. Ev jî ji bo mi xêreke. Rojê herî kêm 30 tost wiha diçe. Her tişt ne pere ye, pêdivîya me bi mirovatiyê jî heye”.