Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

September 18, 2022

“Zarokatî ya me bi xwedîkirina kevokan derbas bu. Me çavê xwe bi wan vekir. Bav û kalê me jî kevok xwedî dikirin. Ev kevneşopîyeke. Piştî min wê zarokên mi xwedî bikin. Berê mala me li taxek xizan bu. Banê xanîyan ji bo xwedîkirina kevokan baş bu. Lê piştî em hatin vê taxa ku zêdetir dewlemend lê dijîn ew derfet tune bu. Lê dîsa jî mi dev ji kevokên xwe berneda û mi wan jî anî vê taxê. Mi di nava parkê de ji bo wan holikek seyar çêkir. Ev 15 sale ez wiha li wan dinêrim. Di serî de gele taxê bertek nişan dan. Lê piştî ku zarokên wan hatin bi kevokan re lîstin fikren wan jî hate guhertin û wan jî ji wan hezkir. Her sibe û her êvar ez av û êmê wan didim. Wan difirînim. Li gorî mi tişta herî xweş temaşekirin a firandina kevoka ye.”