Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

October 12, 2022

“Berê ez di şaredariya Amedê de dixebitîm. Di sala 2016’an ez ji kar derxistim. Piştî ez ji kar derxistim ez û çen hevalên xwe me dest bi kare çandinîyê kir. Me ewil çardaxa xwe li vir çêkir. Piştre me xaniyek bi kerpiç çêkir. Me kargeh, aşxane, kozika xwe çêkir û enerjiya tavê me stend. Me sondaj û enerjiyên din bi tevahî ji enerjiya tavê girt. Bi vî rengî em dikarin aboriya xweya xweser bidomînin. Di vê aboriya jîngehê de, bêguman hilberên me hene ku em bifroşin. Armanca me a sereke berhevkirin, parastin û guheztina tovên herêmî ye. Em darên fêkiyan diçênin û heywanên mîna mirîşk, pisîk, kûçik û kevokan xwedî dikin. Em dixwazin hevsengiya xwezayî biparêzin.”