Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

October 27, 2022

“Sal bi sal gelek pîşe winda dibin û tê ji bîrkirin. Pîşeya mi jî yek ji wane. Di dîrokê de dema ku wesaît tune bun, veguhastin bi hesp, hêstir û keran dihat kirin. Ji bo wan jî kurtan û palan hewce bûn. Lewma palankerî karekî hewce bû. Ji ber wê karê me gelek girîng bu. Ji her deverê dihatin kargeha me. Bi pêşketina teknolojiyê hewcedarî bi wan nema û palankerî jî têk çû. Berê li vê bazarê gelek palanker hebûn. Lê aniha li vê bazarê ez palankerê dawî me. Ku ez jî herim êdî tu kes namîne û dê ev pîşe jî winda bibe û were ji bîr kirin. Bi rastî ev yek mi gelekî xemgîn dike.”