Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

November 9, 2022

“Li gunda kar zêdetir li ser milê jina ye. Em serê sibê zu radibin û heta êvarî di nava kar dene. Hemu kar gelek zehmetin. Yek ji wan jî nane tenûrê ye. Hinek roja ez sê teşt nan lêdixim. Dema biharê em derdikevin zozanan ev hejmar jî zede dibe. Bi mehan em li zozanan dimînin. Li gorî wê em kar û barên xwe dikin. Heger çiqas nanê tenûrê xweş be jî çêkirina wê gelek zehmete. Bi saetan em li ber agir û di nava duxanê de dimînin. Mi nizanibu lê dibêjin ev duxan ji bo tenduristîya mirovan ne başe. Hinek dibêjin duxan dibe sedema pençeşêrê. Dibe ku rast be. Ji xwe ku rast be jî em dîsa çêdikin. Di çêkirina nane tenûrê de talûkeyek di heye. Dema mirov ne baldar be dibe ku têkeve hindirê tenûrê. Carînan em dibîhizin ku hinek jin dikevin tenûrê û jiyana xwe ji dest didin. Bi rastî em gelek xemgîn dibin. Ji ber wê dema ku em nan lêdixin em gelek baldarin.”