Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

January 15, 2023

“Ez ji Erziromê me. Ez û hevserê xwe ji bo debara xwe bikin hesin çêdikin, ji bo ku xeyalên xwe pêk bînin jî peykeran çêdikin. Hemû tiştên ku bi hesin çêdibe dizanim. Ez yek ji karên herî dijwar dixebitim. Hesin ji ber ku bi agir germ dibe bi evînê diheje. Ew min pir kêfxweş dike. Li vir nêrîneke min a cuda heye. Ez hewl didim ku berhemên ku yekparebûna xweza û mirovan nîşan dide biafirînim. Ez jî hewl didim di şert û mercên îroyîn de helwesta jinê nîşan bidim. Pîşeya min a sereke moda ye, lê ez moda bi awayekî din dijîm”.