Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

January 8, 2023

“Mi li zanîngehê beşa elektronîkê xwend. Piştî mi qedand mi ev kar qet nekir. Mi li dervê bajêr ji xwe re erd girt û qadek jiyana xwezayî çêkir. Ez rojên xwe zêdetir li vir bi axê re, bi dar û çandiniyê re derbas dikim. Êdi ez dizanim ku xweza dermanê her derdî ye. Mi gelekî rehet û kêfxweş dike. Di heman demê de ez wênegirim. Gund bi gund bajar bi bajar digerim wêneyan dilkşînim. Dema li gunda mi wêne di girt di axaftina bi gundîyan re ez hînbum ku êdî tovên heremî pir kêm buye. Vê mijarê dile mi êşand. Her wiha mi biryar da ku dema ez biçim gunda ezê tovên heremî berhev bikim û bînim li baxçeyê xwe biçînim. Mi bi dehan cureyên tovên heremî berhev kir û ezê biharê wan biçînim. Ez hêj berhev dikim. Piştre ezê wan li gundî û cotkaran jî belav bikim. Ez dixwazim ku weke berê her tişt xwezayî be”.