Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

November 24, 2022

“Ez koçerim. Ev 45 sale ku ez şivantiyê dikim. Mi çavê xwe di nava ajalan de vekir. Koçerî ji bav û kalan ji mere maye. Emrê me li deşt û çîya derbas dibe. Hemû jiyana me li çiyan û dibin konan de diçe. 2 zarokê mi li çiyê dibin kon de hatin dinyê. Heger çiqas koçerî ji derve xweş xuya bike jî gelek zor û zehmetiyên wê heye. Bi hatina mehên biharê de em ji Şirnexê çîya bi çîya heta bajarên serhedê diçin. Ji ber mêrg û hêşînahiyê em keriyên pez û dewarên xwe dibin zozanên serhedê. Em 5 mehan li wir dimînin û piştre di heman rêyê re vedigerin Şirnexê. Di mehên çile de em li çiyayên navçeya Hezex a Şirnexê di konan de dimînin. Hemu debare me li ser pez û dewarane.”