Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

January 22, 2023

“Dema zivistên tê hemû gund vala dibin. Tenê kal û pîr li gunda dimînin. Ji ber ku derfetên kar li gund tune ye hemû ciwan ji bo bixebitin diçin bajarên rojavayê Tirkiyê. Em kal û pîr tenê li gundan dimînin. Ji ber wê navê mehên zivistanê ji bo me tenêtî ye. Em dimînin zarokên me diçin. Nêzî çar mehan ev tenêtî dewam dike. Hemû karê gund em dikin. Zehmete lê em mecburin. Dema dibe bihar hinek tên hinek jî li bajaran dimînin. Em bi hesreta wan rojên berê ne. Xwezî ew derfetên ku berê li gundan hebu aniha jî hebuna. Lê mixabin tune ye. Av kêm buye, berf û baran kêm buye. Ji ber ev kêm bune çandinî jî ne weke berê ye. Gelek salan ji bêavî hemû tiştên me dişewitin. Êdî dinya ne weke bere ye.”