Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

February 1, 2023

“Ez texmîn dikim ku di jiyanê de ji tîbûnê xerabtir tiştek tune. Dema ez zarok bum jî li gund av tune bu, va emrê mi gihîşt 60an dîsa av tune ye. Li gund 150 mal û 40 hezar sewal hene lê av tune ye. Bi salan e em ava xwe ji bîran distînin. Sewalan li vir av didin û ji bo malê jî em bi kera divin malê. Ava bîran ji bo tenduristiyê jî zirar e. Lê em mecbur in. Ku baran nebare emê bê av bimînin. Îsal pir ziwa ye û ev ziwahî di mehên havine de dê ji bo me bibe pirsgirêkek mezin. Belkî em tî bin, belkî em bi hesreta dilopek avê bimirin. Ger wiha bidome li gundan jiyan namîne, dê hemû gundî koçber bibin.”