Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

February 22, 2023

“Mi du nevîyên xwe winda kir, yek jê 3 salî û yê din 7 salî bu. Mi kurê xwe û bûka xwe winda kir. Hemû di bin xirbeyan de man. Cinazeyê nevîyên mi û bûka mi derxistin. Yê kurê mi ev çend roj hêj dernexistine. Ez ji mêrik re dibêjim ‘herin binêre’ ji min re dibêje ‘bêhn tune ye’ ê ku bêhn tune dibe ku sax be? Çima hûn dernaxin? Ma bila bimrin? Li xirbeyên ser rê dixebitin lê hêj dest nedane vir. Ji bo werin vir mi xwe avêt ber kemçeyê. Kurê mi 22 salî ye. Ez nikarim dengê xwe bidim bihîstin.”