Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

May 9, 2023

“ Ez Ehmed Ibrahîm im 38 salî me, ji bajarê Serê Kanîyê me , lê ji ber êrîşa Tirkîyaya dagîrker a sala 2019an ez koçber bûm. Ez niha li Kampa Waşûkanîyê dijîm, ji piçûkanîya xwe ve di sazkirina motorsiklêtan de dixebitim. Karê min li kampê baş bû, lê berî çend mehan motorsiklêtek li kampê teqîya û ji ber wê, biryar hat dayîn ku êdî motorsiklêt nema derbasî kampê bibin. Ev biryar baş bû, ji ber ku rê li ber teqînên din girt, lê ji min re ne baş bû. Ez neçar mam û min karê xwe kir hesinkarî da ku karibim zarokê xwe bi xwedî bikim.”