Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

May 3, 2023

“Xweza dermanê her tiştî ye. Durketine ji axê, durketina mirovatiyê ye. Ez ji 70 salî zêdetir im. Bi taybetî ciwan hez dikin li bajaran bijîn. Lê em kal û pîr rojekê jî dev ji gund û axa xwe bernadin. Em li vir ji dayik bun, em li vir mezin bûn. Hemû bîranînên me li vir in. Ne hêsan e ku meriv dev ji hemî bîranînan berde. Ez nikarim di apartmanan de bijîm. Zarokên min li bajêr dijîn, ez jî li gund dijîm. Carinan gava ku ez diçim bajêr tu dibe qey ez difetisim. Bêhna mi dernayê. Demildest ez vedigerim gundê xwe, vedigerim vî xaniyê xwe yê keviran. Tenê bêhna mi li vir derdikeve û ez li vir hest dikim ku dijîm. Li gorî mi jîyana bajaran mirina bêdeng e.”