Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

April 12, 2023

“Li cihanê her tişt tê guhertin. Ev guhertin şert û mercên jîyana mirovan jî diguhere. Sedemek vê guhertinê pêşketina teknolojiyê ye. Pêşkeftina teknolojiyê jiyana mirovan hinek rehet dike. Lê ev guhertin weke gelek tiştan li gunda dereng çêdibe. Bi rastî ev ne pirsgirêk e. Pirsgirêka sereke ne hatina teknolojiyê ye, dereng hatina hin hewcedariyên bingehîn ên jiyana mirovan e. Yek ji wan hewcedarîyan jî av e. 50 sal in li gundê me pirsgirêka avê heye. Hîn jî rê ji bo danîna lûleyan û anîna avê ya xaniyan tune ye. Em hê jî ava xwe ya vexwarinê li keran bar dikin û tînin malê. Ji bo me av ji teknolojiyê girîngtir e. Lê weke her tiştî av jî dereng tê.”