Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

March 30, 2023

“Ez karkerê çandiniyê me. Her sal dema çandinî destpê dike diçim Edeneyê. Ez bi heqdestê rojane dixebitim. Şert û mercên kar gelek dijwar in. Di van zehmetiyan de bi salan ez xebitîm û mi ji xwe re xanî kirî. Tenê xaniyê mi hebu. Di erdhejê de zirareke mezin dît. Ji ber ku zirarek mezin ditî ye dê dewlet xera bike. Aniha cîh tune ye ku em herin. Ez, birê mi û zarokê me li der ve man. Me ji saziyên fermî kon xwest lê nedan. 3 roja em li derve man. Piştre ez çum bazarê û mi malzeme kirî û mi konek wiha çêkir. Em niha 12 kes li vir dimînin. Êvaran pir sare. Em sobê pêdixin. Ne tenê mala xwe, me bîranînên xwe jî winda kir. Aniha tiştek me tune”.