Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

January 4, 2020

“6 sal bere mi dev ji kare xwe berda û ez bûm geştyar. Bajar bi bajar, gund bi gund ez gerîyam. Heta aniha ez li 81 bajarê Tirkiyê û bi deh hezaran gundan gerîyam e. 4 sal berê dema ez çûm hinek gundan mi dît ku pêlîstokên zarokan tune ye. Dema ez ji gund vegerîyam ez fikirîm ku ez ê çawa pêlîstokan ji zaroka re bivim. Her wiha mi dest bi çêkirina tizbî û berzendkan kir. Tiştên ku mi çêkir mi bi pêlîstokan guhert. Kes ên ku 5 pêlîstok didin ez berzendekê didim, yên ku 50 pêlîstokan didin ez tizbîyek giranbiha didim wa. Piştre ev weke kampanyakê belav bu. Pêlîstokên ku mi berhev kir mi li zarokên gundan belav kir. Heta aniha mi ji 12 hezar zarokan re pêlîstok birine. Weke geştyar ez li hemu bajar û gundan digerim. Mi xwest ku ev gera mi bi wate be. Ji ber wê mi dest bi xebatek wiha kir. Ez dixwazim hemu geştyar wiha tevbigerin û dema ku biçin gundekî bila ji bo zarokan pêlîstokan bi xwe re bivin. Ew rûkenîya zarokên ku pêlîstokan digirin hêjayî hemu tiştane”.