January 6, 2021
“Ji komkujîya Roboskî ya ku di sala 2011an de pêk hat ez û 3 hevalê xwe rizgar bûn. Wê şeve seat li dora 3-4ande em du kom bi hespên xwe derketin rê û ber bi sînor ve çun. Dema em çun rê vekirî bu û li ser rê leşker tune bu. Me sînor xelas kir û me mazot li hespên xwe kir û vegerîyan ber bi sînorê Tirkiyê ve. Dema em hatin nêviyê rê dengê teqînê hat. Dema em gihiştin ser sînor em li gund gerîyan û me got em werin an na. Gundîya ji me re gotin newin, gelek leşker ketîye gund û dorpêç kirîye. Em hinekî rawestîyan. Ji bol i hespa xwe binerim ez rabum ser xwe û çum bi pêşde. Di wê deme de ronahîyek çêbu û balafirên şer dest bi bombebaranê kir. Ez ketim bin berfê û mi xwe veşart. Dema ez rabum mi dît ku hevalê mi tev parçe bune. Mi telefonî gund kir û gundî hatin cihê buyerê. Tu carî ji bîra min naçe. Ew kêliya ronahiya ku di wextê bombebaranê derketibû holê tê ber çavên min. Dibêjim gelo dê ev car kuder bê bombebarankirin? Her di ber goristanê re derbas dibim wekî ku me nû ev 34 kesan veşartiye axê”.