Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

November 24, 2022

"Ez koçerim. Ev 45 sale ku ez şivantiyê dikim. Mi çavê xwe di nava ajalan de vekir. Koçerî ji bav û kalan ji mere maye. Emrê me li deşt û çîya derbas dibe. Hemû jiyana me li çiyan û dibin konan de diçe. 2 zarokê mi li çiyê dibin kon de hatin dinyê. Heger çiqas koçerî ji derve xweş xuya bike jî gelek zor û zehmetiyên wê heye. Bi hatina mehên biharê de em ji Şirnexê çîya bi çîya heta bajarên serhedê diçin. Ji ber mêrg û hêşînahiyê em keriyên pez û dewarên xwe dibin zozanên serhedê. Em 5 mehan li wir dimînin û piştre di heman rêyê re vedigerin Şirnexê. Di mehên çile de em li çiyayên navçeya Hezex a Şirnexê di konan de dimînin. Hemu debare me li ser pez û dewarane." ...

November 9, 2022

“Li gunda kar zêdetir li ser milê jina ye. Em serê sibê zu radibin û heta êvarî di nava kar dene. Hemu kar gelek zehmetin. Yek ji wan jî nane tenûrê ye. Hinek roja ez sê teşt nan lêdixim. Dema biharê em derdikevin zozanan ev hejmar jî zede dibe. Bi mehan em li zozanan dimînin. Li gorî wê em kar û barên xwe dikin. Heger çiqas nanê tenûrê xweş be jî çêkirina wê gelek zehmete. Bi saetan em li ber agir û di nava duxanê de dimînin. Mi nizanibu lê dibêjin ev duxan ji bo tenduristîya mirovan ne başe. Hinek dibêjin duxan dibe sedema pençeşêrê. Dibe ku rast be. Ji xwe ku rast be jî em dîsa çêdikin. Di çêkirina nane tenûrê de talûkeyek di heye. Dema mirov ne baldar be dibe ku têkeve hindirê tenûrê. Carînan em dibîhizin ku hinek jin dikevin tenûrê û jiyana xwe ji dest didin. Bi rastî em gelek xemgîn dibin. Ji ber wê dema ku em nan lêdixin em gelek baldarin.” ...

October 27, 2022

“Sal bi sal gelek pîşe winda dibin û tê ji bîrkirin. Pîşeya mi jî yek ji wane. Di dîrokê de dema ku wesaît tune bun, veguhastin bi hesp, hêstir û keran dihat kirin. Ji bo wan jî kurtan û palan hewce bûn. Lewma palankerî karekî hewce bû. Ji ber wê karê me gelek girîng bu. Ji her deverê dihatin kargeha me. Bi pêşketina teknolojiyê hewcedarî bi wan nema û palankerî jî têk çû. Berê li vê bazarê gelek palanker hebûn. Lê aniha li vê bazarê ez palankerê dawî me. Ku ez jî herim êdî tu kes namîne û dê ev pîşe jî winda bibe û were ji bîr kirin. Bi rastî ev yek mi gelekî xemgîn dike.” ...

October 12, 2022

"Berê ez di şaredariya Amedê de dixebitîm. Di sala 2016’an ez ji kar derxistim. Piştî ez ji kar derxistim ez û çen hevalên xwe me dest bi kare çandinîyê kir. Me ewil çardaxa xwe li vir çêkir. Piştre me xaniyek bi kerpiç çêkir. Me kargeh, aşxane, kozika xwe çêkir û enerjiya tavê me stend. Me sondaj û enerjiyên din bi tevahî ji enerjiya tavê girt. Bi vî rengî em dikarin aboriya xweya xweser bidomînin. Di vê aboriya jîngehê de, bêguman hilberên me hene ku em bifroşin. Armanca me a sereke berhevkirin, parastin û guheztina tovên herêmî ye. Em darên fêkiyan diçênin û heywanên mîna mirîşk, pisîk, kûçik û kevokan xwedî dikin. Em dixwazin hevsengiya xwezayî biparêzin." ...

September 18, 2022

"Zarokatî ya me bi xwedîkirina kevokan derbas bu. Me çavê xwe bi wan vekir. Bav û kalê me jî kevok xwedî dikirin. Ev kevneşopîyeke. Piştî min wê zarokên mi xwedî bikin. Berê mala me li taxek xizan bu. Banê xanîyan ji bo xwedîkirina kevokan baş bu. Lê piştî em hatin vê taxa ku zêdetir dewlemend lê dijîn ew derfet tune bu. Lê dîsa jî mi dev ji kevokên xwe berneda û mi wan jî anî vê taxê. Mi di nava parkê de ji bo wan holikek seyar çêkir. Ev 15 sale ez wiha li wan dinêrim. Di serî de gele taxê bertek nişan dan. Lê piştî ku zarokên wan hatin bi kevokan re lîstin fikren wan jî hate guhertin û wan jî ji wan hezkir. Her sibe û her êvar ez av û êmê wan didim. Wan difirînim. Li gorî mi tişta herî xweş temaşekirin a firandina kevoka ye.” ...

September 4, 2022

"Mirovên ku li kolanan dijîn hene. Perê wan tune û gelek caran birçî dimînin. Dema di ber kargehê re derbas dibin li hindir dinêrin. Ez zanim birçîne. Fedî dikin ku bêjin. Ji ber wê mi li ser cama xwe “Heger hûn birçîbin û perê we tune be fedî nekin. Dema ku çê bu hûn dikarin bidin, heger hûn nedin jî bila helal be. Heger çiqas bêjin mirovatî mirî ye jî hêj hêvî ya me heye’ nivîsî. Ev saleke ku ev nivîs heye. Piştî wê gelek kes tê û bê pere dixwe û vedixwe. Hinek kes piştre heqê xwe didin, hinek jî nadin. Bila helal be. Ev jî ji bo mi xêreke. Rojê herî kêm 30 tost wiha diçe. Her tişt ne pere ye, pêdivîya me bi mirovatiyê jî heye". ...

July 24, 2022

"“Ez ji Zanîngeha Dîcleyê ji Beşa Mamostetiya Polê mezûn bûm. Bi sedema ku tayîna mi çênebu mi bi navê ‘Şewl û Xaraw’ kargehek vekir. Ez li kargeha xwe kulîlkan hişk dikim û dikim tablo. Di serî de mi li mala xwe dest bi vî karî kir û piştre mi biryar da ku ez kargehekê vekim. Ev huner di heman deme de ji bo mi weke terapîyekê ye. Dema ez çêdikim bêhna mi derdikeve û tiştên xirab ji heşê mi derdikevin. Ewilî diçim ji çolê kulîlkan berhev dikim. Piştî ku ez tînim malê dixim nava rûpelên pirtûkan. Kulîlk din ava pirtukan de hişk dibin. Piştî hişk dibin, datînim ba hev. Karek gelek zehmet e û sebrê dixwaze. Divê ritûbet nekişînin û li cihek ziwa werin veşartin. Piştî kulîlk hişk dibin dibim kargehê û pişt re em li ser difikirin ku van kulîlkan çawa bikin tablo. Piştî em sêwira kulîlkan çêdikin, dixin hundirê çarçoveyê ango tabloyê. Her tiştê me xwezayî ye. Em ji bo hişkkirina kulîlkan dermanek bikar naynin. Em dermanê zeliqandinê jî bikar naynin". ...

June 1, 2022

"Dema zarok bum kare çand û hunerê gelekî bala mi dikşand. Mi suret xêz dikir û mamosteyên mi pir ji mi hez dikir. Her wiha mi rê hevalê xwe jî dida. Ji ber ku derfeta mi tune bu bi dewam nekir. Me koçî bajarê Mersînê kir û li wi mi karê kartonpîyerê kir. Piştre ez hatim Mêrdîn û mi dest bi hostetîya kevirên Mêrdîn kir. Ji ber ku êdi ez kal bum û mi nikaribu kare keviran bikim mi dest bi karê deqkirinê kir. Ev 10 sale ez vî karî dikim. Di hunera deqkirinê de hewl didim ku çanda Mezopotamayê û Kurdan bi naskirin bidim. Weke Ahûra Mazda, Şahmaran, Zihayê Firat û Dîcle, Dewrêşê Evdî û Edûlê, li ser Sumer, Asûr û Medan nêzî 200 berhem min çêkir. Gelek xebatên min ên portreyan didomin. Her wiha min portreyên gelek navdarên Kurd jî çêkirin. Ji Eyşe Şan bigirin heta bi Mela Mistefa Barzanî min wêneyê gelekan li ser textîk deq kir. Ez ji çanda Kurd ilhama xwe distînim, ez vê bi hunera xwe jî nîşan didim. Ez dersa jî didim, heger kî were derîyê mi ji wan re vekirî ye". ...

May 8, 2022

"Ev 35 sale ku ez karê tamîra pêlavan dikim. 10 zarokên mi hene û mi her 10 zarok bi vî karî xwedî kir û mezin kir. Ji zarokatîya xwe heta aniha ez pêlavan tamîr dikim. Berê gelek kargehên tamîra pêlavan hebu lê aniha 3-4 kargeh mane. Hosteyên bere pir kêm mane. Berê wisa mekîne tunebûn , em bi destan dixebitîn. Derzî, ta, mîx û tevşo hebû. Tiştekî din tunebû. A niha şert û merc baştir in lê di netîcê de kar tuneye. Îro zilamek pêlava xwe nayêne vê derê û bi 15 lîreyan nade tamîrkirin. Wê demê millet ji gund dihatin û kar hebû. Mekîne tunebû lê kar zêde bû. Niha hemû tişt baş e lê em heta êvarê betal rûdinin. 20 sal berê karê me pir baş bu, lê ev çend sale ku kar kêm bibu. Min ê kargeha xwe bigirta. Lê piştî qeyrana aborî buhaya pêlavan jî pir zede bu. Ji ber ku pêlav pir buha bu êdi welatî pêlavên xwe yên kevn tamîr dikin. Her wiha karê me jî zede bu. Di dîrokê de gelek pîşe winda bu ye. Pîşeya tamîra pêlavan jî li ber windakirinê bu. Lê aniha pîşeya me ji ber qeyrana aborî dîsa rastî eleqeyek mezin tê". ...

March 23, 2022

"52 sale ez hesinkariyê dikim. Mi di 10 salîya xwe dest bi vî karî kir û heta aniha ez dixebitim. Di sala 1969an de mi destpêkir. 9 sala ez li ber deste hostê xwe xebitîm. Di sala 1978an de mi kargeha xwe vekir. Di wan sala de welatîyan zarokên xwe dixistin karên wiha. Dema me ji gund koçî bajêr kir bavê min mi anî ba hesinkarêkî fileh. Navê wî İsmail bu. Bavê min mi teslîmî wî kir û got ‘kurê mi emanetî xwedê û emanetî te’. Xwedê ji wî razî be, ji mi pir hezdikir û karê hesinkarîyê pêş mi kir. Berê karê me pir zor û zehmet bu lê perê wê jî pir bu. Piştî ku teknolojî pêş ket û mekîne derketin kare me ji sedî 90 kêm bu. Ez das û balte çêdikim. Zêdetir gundîyên derdorê bajêr dikirin. Di vî karî de ya herî girin avdana hesine. Her hoste li gorî xwe avê dide, hinek bi rûn av dide hinekl jî bi avê. Ez bi avê av didim. Dema hûn av nedin tu wateya wî hesinî namîne. Her hesinek 11 caran dikeve nava agir û em dikin das û balte. Divê em 4 kes bixebitana lê ji ber rewşa aborî em 3 kes dixebitin. Ji ber wê em zede diwestin". ...

March 2, 2022

“Karê me gunda ajaldarî ye. Li gundê me biçuk û mezin nêzî 20 hezar ajal heye. Her roj diçe xwedî kirina pez zor û zehmet dibe. Dema zivistanê berf zede tê rêya gund tê girtin û em nikarin ji gund derkevin. Bi mehan rê girtî dimîne. Ji bo me pirsgirêka herî mezin av e. Li gund ava vexwrinê tune ye. Em avê ji bîra derdixin. Zivistanê av cemed digre û em nikarin wê avê jî derxin. Ji bo xwe em karin avê ji berfê derxin lê ajalên me ji tîna dimrin. Heta aniha 4 ajalên mi jî, tîna mirin. Her roj qerîna wane. Mirov çawa bê av naqedîne ajal jî wiha ne. Ku av tune be wê hemu bimrin. Bi salane ev pirsgirêka avê heye. Heta havînê av tevahî zûwa dibe. Ji ber wê dema biharî em pezê xwe divin bajarên herema Serhedê. Heta payizê em li zozanên Serhedê dimînin. Piştre vedigerin gund. Êdi karê gundan û ajaldarî gelekî zor û zehmet buye. Ji ber vanm zehmetîyan gelek welatî ji gund koçî bajaran dikin. Em neçar mane”. ...