Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

January 24, 2021

“Ji zarokbuna xwe heta aniha ez li ser Çemê Dîjle masîya digirim. Zarokatîya mi li ser vî çemî derbas buye. Aniha li Çemê Dîjle gelek tişt hatîye gûhertin. Berê me li ser vî çemî bi masîyan bazirganî dikir. Masî gelek hebun. Rojê herî kêm me 150 kîlo masî digirt. Gelek cureyên masîya hebu. Aniha ne wiha ye. Çêmê Dîjle qirêj kirin û xera kirin. Bendav li ser çêkirin, bi nezanîya avdana erdan dikin û çem bi wê herîyê qirêj kirin. Berê ava Dîjle gelekî zelal bu lê aniha weke herîyê diherike. Ji ber ku av qirêj bu hejmar û cureyên masîya jî kêm bu. Aniha ez çiqas bixebitim jî tenê 10 kîloyan an digrim an nagirim. Ji ber bendavê ava çem geh bilind dibe geh kêm dibe. Ji ber wê jî cureyên masîya ji Dîjle koç kirin. Êdi em dixwazin destê xwe ji ser Çemê Dîjle rakin. Bila Dîjle li gorî xwezaya xwe biherike. Bila deste mirovan lê nebe”. ...

January 22, 2021

“Di sala 2010an de li gundê me bendav çêkirin. Piştî ku av bilind bu mal û erdê me hemû dibin avê de man. Erdê me yê ma jî li aliye di yê bendavê me. Piştî ku bendavê av li xwe girt, rêyên gundên me jî di bin avê de man. Ji bo hatûçûnê, rêya gundan nêzî 25-30 kîlometre dirêj bû. Ji ber rê tune bu em nikaribun herin ser erdê xwe. Me jî wê demê nizani bu ku em bêjin heta ku hûn pirê çênekin bendavê çênekin. Me got, her kengê be dê pirê çêkin. Rêyên me ji hev hatin qetandin, qismek zeviyên me li wî alî man qismek jî li vî alî man. Gundê me bûne du parçe. Hewldanên me yên li gel rayedaran jî bê encam ma. Me jî çareserîyek ji xwe re dît. Ji bo ku em bikaribin di navbera gundên xwe de bên û biçin, me ji bajarê Îzmîrê felûqe ango belemekê kirî. Niha xwendekar, cotkar û nexweş û şêniyên gundan bi vê felûqeyê derbasî gundên xwe dibin. Bi carekê de 69 kes dikarin lê siwar bibin. Dibêjin ev felûqe dikare bikeve bine avê jî lê ji berk u em nizanin hêj me necerabinadîye”. ...

January 20, 2021

“Ez mamoste me û ev demek dirêje ez bi kare hunerê mijûl dibim. Ewilî mi dest bi çêkirina wêneyan kir. Pişt re mi dest bi perwerdehiya çêkirina peykerên metal û têlan kir. Aniha ez li ser portreyên têlan dixebitim. Nêzî salekê mi nêzî 18 peykerên têlan çê kir. Di çêkirina portreyên peykerên ji têlan têde îfade heye. Ji bo min têl bi qîmet bûye. Têl parçeyekî hunera min e, piştî ku ez şikil didim wê, ew dibe huner, ez bi vî çavî li têlan mêze dikim. Ez ewilî modela wan di serê xwe de teşe didimê, li ser xaxizê xêz dikim û pişt re bi têlan çêdikim. Min xwest bi têlan tiştek cuda çêbikim. Ev peyker hinek wek xêzkirinê li dîwar disekinin, lê dema mirov li nêz temaşe dike xwe dide eşkerekirin ku peykerên têl in. Dema mirov lê mêze dike ne rastî ne, lê wek hestek ku rastî ne hest dide mirov. Peykerên têl pir nayê zanîn. Hin mirov dibêjin ku qey ev huner afirandina min e, lê ne ya min e. Ev hunera peykerên têl li Ewrûpayê gellek heye”. ...

January 11, 2021

“Ev 60 sale li vê kargehê de dixebitim. Ji sala 1960an ve ez vî karî dikim. Temenê mi bi vî karî derbas bu. Mi 3 zarok bi vî karî mezin kir. Berê karê me gelek bu. Bi şev û bi roj em dixebitîn lê dîsa jî têr nedikir. Lê aniha êdi tu kes şewqa bikar naynin. Li Amedê gelek hosteyên şewqa hebun lê aniha tene ez mame. Êdi ez jî nikarim dewam bikim. Piştî demek kin ez ê jî dev ji vî karî berdim. Piştî mi li Amedê tu kes namîne ku şewqa çêbike. Şewqe çandek kevn û mezin bu. Aniha tenê kal şewqê dixin sere xwe. Ciwan bi çanda şewqa nizane. Gelek karen wiha yên kevn roj bi roj winda dibe. Ez gelek xemgîn dibim ku dê karê mi jî winda bibe. Xwezî zarokên mi hînbibuna lê ew jî bi rêya xwe çun. Her wiha çandek mezin dê din ava salan de winda bibe û were ji bîr kirin.” ...

January 6, 2021

“Ji komkujîya Roboskî ya ku di sala 2011an de pêk hat ez û 3 hevalê xwe rizgar bûn. Wê şeve seat li dora 3-4ande em du kom bi hespên xwe derketin rê û ber bi sînor ve çun. Dema em çun rê vekirî bu û li ser rê leşker tune bu. Me sînor xelas kir û me mazot li hespên xwe kir û vegerîyan ber bi sînorê Tirkiyê ve. Dema em hatin nêviyê rê dengê teqînê hat. Dema em gihiştin ser sînor em li gund gerîyan û me got em werin an na. Gundîya ji me re gotin newin, gelek leşker ketîye gund û dorpêç kirîye. Em hinekî rawestîyan. Ji bol i hespa xwe binerim ez rabum ser xwe û çum bi pêşde. Di wê deme de ronahîyek çêbu û balafirên şer dest bi bombebaranê kir. Ez ketim bin berfê û mi xwe veşart. Dema ez rabum mi dît ku hevalê mi tev parçe bune. Mi telefonî gund kir û gundî hatin cihê buyerê. Tu carî ji bîra min naçe. Ew kêliya ronahiya ku di wextê bombebaranê derketibû holê tê ber çavên min. Dibêjim gelo dê ev car kuder bê bombebarankirin? Her di ber goristanê re derbas dibim wekî ku me nû ev 34 kesan veşartiye axê”. ...

January 4, 2020

“6 sal bere mi dev ji kare xwe berda û ez bûm geştyar. Bajar bi bajar, gund bi gund ez gerîyam. Heta aniha ez li 81 bajarê Tirkiyê û bi deh hezaran gundan gerîyam e. 4 sal berê dema ez çûm hinek gundan mi dît ku pêlîstokên zarokan tune ye. Dema ez ji gund vegerîyam ez fikirîm ku ez ê çawa pêlîstokan ji zaroka re bivim. Her wiha mi dest bi çêkirina tizbî û berzendkan kir. Tiştên ku mi çêkir mi bi pêlîstokan guhert. Kes ên ku 5 pêlîstok didin ez berzendekê didim, yên ku 50 pêlîstokan didin ez tizbîyek giranbiha didim wa. Piştre ev weke kampanyakê belav bu. Pêlîstokên ku mi berhev kir mi li zarokên gundan belav kir. Heta aniha mi ji 12 hezar zarokan re pêlîstok birine. Weke geştyar ez li hemu bajar û gundan digerim. Mi xwest ku ev gera mi bi wate be. Ji ber wê mi dest bi xebatek wiha kir. Ez dixwazim hemu geştyar wiha tevbigerin û dema ku biçin gundekî bila ji bo zarokan pêlîstokan bi xwe re bivin. Ew rûkenîya zarokên ku pêlîstokan digirin hêjayî hemu tiştane”. ...

December 28, 2020

“Di sala 1960an de mi destpêkir. 60 sal çêbu. Hosteyê mi ermenî bû. Ev çermên ku pê pêlavan çêdikim ji çermên ga ne. Em solên xwe ji çermên gayên 2-3 saliyan çêdikin. Çermê gayê mezin jî, ji ber ku hişk e em wan dikin binê pêlavan. Hinek sol jî ji çermên bizinê çêdibin. Mi di ciwaniya xwe de rojê 8 cot pêlav çêdikir, lê niha rojê solek an jî 2 solan diqedînim. Nêzîkê 40 sal berê li Amedê 100-150 dikanê solan hebûn. Niha 10 dikan an heye an jî tune ye. Yê ku vî karî dikin pir kêm bûne. Yê ku ji xwe hez bike an jî kesên ku qiymeta solan bizanibe tê solan ji ba min digire. Kesên ku lingê wî seqet an jî pir mezin be ji ber ku solê febrîqayê nabînin ji wan re bi destan çêdikim. Gelê me îro gava pêlavan digirin baş be an jî nebaş be jî li marqeyê mêze dike. Pêlavên ku bi desta tê çêkirin ji bo aramî û tendûristiya mirovan gelek baş e. Daxwaza me ji gele me ew e ku solên xwe bi destan bidin çêkirinê. Bila dîroka me jî pêş de biçe”. ...

December 19, 2020

“Mi li zanîngeha Wanê beşa Wênasazîyê xwend, hûnera mi ya pêşin peyker e. Piştî mi zanîngeh xelas kir ez li ba peykersazekî xebitîm. Piştre mi kargeha xwe vekir. Ev 6 sale ez li kargeha xwe dixebitim û dersa didim şagirtê xwe. Piştî Covid-19 hûner rastî eleqeyek mezin hat. Aniha şagirtê mi yên ciwan jî hene û yên 70 salî jî hene. Ciwanên niha hinek ecêb in. Dema kare hûnere dibinin pir kêfxweş dibin û di pirsin lê ji bo kare hûnere bikin hinekî bê sebrin. Hûner dê ji bo xwe nas bikin bibe weke zimanekî. Ji bo xwenasînê hûner zimanek herî girînge. Mirov dikare hemu hestên xwe bi rêya hûnerê bîne ziman”. ...

December 2, 2020

“Mixabin êdî kuştina jinan û tundîya li ser jinan her roj diçe zede dibe. Kuştina jinan bi daneyên statîskan tên nîşandan. Ew jî dibe sedema ji bîr kirina nav û çîrokên wan jinan. Lê hemû jinên ku hatine qetîl kirin çîrok, hêvî û daxwazên wan ji jiyanê hebû. Ji ber vê yekê di vê xebatê de min xwest ez navê jinên ku hatine kuştin nedim ji bîrkirin. Ji ber wê mi bi navê ‘Neqşebîrdarî’ xebatek çêkir. Min 7’ê sibatê dest bi kar kir û her ku jinek tê kuştin ez navê wê lê zede dikim. Piraniya jinan ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin. Ew jî bi rastî min êşand. Hêvî û xeyal û daxwazên wan jinan hebû û ew xeyal û jiyana wan ji destê wan hatin stendin. Ji ber vê jî min cûreya nexşê bijart. Ji ber ku nexş bi hêvî û daxwazên mezin tên amade kirin. Li ser keda jinê heye û di heman demê de ji bo jinan mînakek ji bo berxwedanê ye.” ...

November 24, 2020

“Dema ez 7 salî bum li ba bavê xwe karê sifirê hîndibum. Mi gelek ji vî karî hez dikir. Dema ji dibistanê derdiketim ez diçum kargeha bavê xwe û dixebîtim. Bavê mi hemu tişt pêş mi kir. Piştî bavê xwe mi dev ji vî karî berneda û mi domkir. Mi gelek nîgar li ser sifir, cam, hesin û daran çêdikir. Ya herî zêde mi jê hezdikir suretê Şahmaran bu. Li ser sifirê surete Şahmaran cara yekem mi çêkir. Şahmaran ji bo jinên ciwan tiştek bi wateye. Jinên ciwan berîya bi zewicin ji bo ku bextewar bin li ser cêzên xwe Şahmeran neqş dikirin. Berê li ser dîwaran, ser derîyê malan di şahmaran cîh hebu. Aniha kêm buye. Ji ber wê ez bi kare xwe çîroka Şahmaran didim jîyandin. Aniha li ser sifir, cam, dar, kevir û hesin Şahmaran çêdikim. Ev kar her roj diçe winda dibe. Ji ber wê ez vî karî hinin zarokên xwe dikim. Aniha kurê mi bi mi re dixebite û hînbuye. Hêvîdikim ku berdewam bike û ev kar xilas nebe”. ...

November 10, 2020

“9 zarokê mi hene û jî li Stenbolê dijîn. Ez û hevserê xwe tenê li gund dijîn. Hevserê mi bi qenserê ket û aniha derman dibe. Her meh diçe nexweşxanê. Karê erda û malê hemû li ser milê mi maye. Ji zarokatîya xwe heta aniha ez li gund xebitî me, ling ne ketîye ber mi. zarokê mi yek bi yek ji bo bi xwebitin çun Stenbolê. Li gund qada xebatê zêde tune ye. Tenê erd û darin lê ew jî têr nake. Hemu ji mi dûr in tenê bi telefonê bi wan re diaxivim. Ji çend meha hinek tên ba me hinekî dimînin û dîsa diçin. Mi di xwest hemû zarokên mi li ba mi bûya lê derfet tune. Jiyan ji bo jinan pir zor û zehmete.” ...

November 8, 2020

“Ez li Zanîngeha mamoste bûm. Ez 23 salan xebitîm, piştre ji ber xebatên mi bi biryarek sîyasî ez ji kar derxistim. Ez li ser xweza û ajalan dixebitîm. Piştî ku ez ji kar derxistim mi xebatên xwe berdewamkir. 5 sal bere dayikêkê din ava goreyan de ji mi re bizirê genim anî. Ev çar sale ez wî bizirî zede dikim û 5 cureyên genim jê derket. Armanca mi zêdekirin û bikaranîna bizirê xwezayî ye. Aniha hemu cotkar bizirê endustrî bikartînin. Heger çiqas hilberîna bizirê endustrî zêde be jî di rastîya xwede axê dikuje. Ji bo tenduristîya mirovan jî nebaşe. Dibe sedema nexweşîyên giran. Xwarîna wê jî bê tahme. Ji ber wê em bizirên xwe yê heremî bikartînin û zêde dikin. Piştre em li cotkarên derdorê bela dikin. Em dixwazin hemu cotkar ji bo xwedî derketina axa xwe bizirê xwe yê heremî bikarbîne û bi dermanên endustrî axa xwe nekuje.” ...