Humans of Kurdistan
پڕۆژەی Humans Of Kurdistan ئامانجیەتی فرەکەلتووریی وڵاتی کوردستان بخاتە ڕوو، لە ڕێگەی فۆتۆی ڕووخساری خەڵکەکەی و چیرۆکەکانیان.

October 12, 2022

"Berê ez di şaredariya Amedê de dixebitîm. Di sala 2016’an ez ji kar derxistim. Piştî ez ji kar derxistim ez û çen hevalên xwe me dest bi kare çandinîyê kir. Me ewil çardaxa xwe li vir çêkir. Piştre me xaniyek bi kerpiç çêkir. Me kargeh, aşxane, kozika xwe çêkir û enerjiya tavê me stend. Me sondaj û enerjiyên din bi tevahî ji enerjiya tavê girt. Bi vî rengî em dikarin aboriya xweya xweser bidomînin. Di vê aboriya jîngehê de, bêguman hilberên me hene ku em bifroşin. Armanca me a sereke berhevkirin, parastin û guheztina tovên herêmî ye. Em darên fêkiyan diçênin û heywanên mîna mirîşk, pisîk, kûçik û kevokan xwedî dikin. Em dixwazin hevsengiya xwezayî biparêzin." ...

September 18, 2022

"Zarokatî ya me bi xwedîkirina kevokan derbas bu. Me çavê xwe bi wan vekir. Bav û kalê me jî kevok xwedî dikirin. Ev kevneşopîyeke. Piştî min wê zarokên mi xwedî bikin. Berê mala me li taxek xizan bu. Banê xanîyan ji bo xwedîkirina kevokan baş bu. Lê piştî em hatin vê taxa ku zêdetir dewlemend lê dijîn ew derfet tune bu. Lê dîsa jî mi dev ji kevokên xwe berneda û mi wan jî anî vê taxê. Mi di nava parkê de ji bo wan holikek seyar çêkir. Ev 15 sale ez wiha li wan dinêrim. Di serî de gele taxê bertek nişan dan. Lê piştî ku zarokên wan hatin bi kevokan re lîstin fikren wan jî hate guhertin û wan jî ji wan hezkir. Her sibe û her êvar ez av û êmê wan didim. Wan difirînim. Li gorî mi tişta herî xweş temaşekirin a firandina kevoka ye.” ...

September 4, 2022

"Mirovên ku li kolanan dijîn hene. Perê wan tune û gelek caran birçî dimînin. Dema di ber kargehê re derbas dibin li hindir dinêrin. Ez zanim birçîne. Fedî dikin ku bêjin. Ji ber wê mi li ser cama xwe “Heger hûn birçîbin û perê we tune be fedî nekin. Dema ku çê bu hûn dikarin bidin, heger hûn nedin jî bila helal be. Heger çiqas bêjin mirovatî mirî ye jî hêj hêvî ya me heye’ nivîsî. Ev saleke ku ev nivîs heye. Piştî wê gelek kes tê û bê pere dixwe û vedixwe. Hinek kes piştre heqê xwe didin, hinek jî nadin. Bila helal be. Ev jî ji bo mi xêreke. Rojê herî kêm 30 tost wiha diçe. Her tişt ne pere ye, pêdivîya me bi mirovatiyê jî heye". ...

July 24, 2022

"“Ez ji Zanîngeha Dîcleyê ji Beşa Mamostetiya Polê mezûn bûm. Bi sedema ku tayîna mi çênebu mi bi navê ‘Şewl û Xaraw’ kargehek vekir. Ez li kargeha xwe kulîlkan hişk dikim û dikim tablo. Di serî de mi li mala xwe dest bi vî karî kir û piştre mi biryar da ku ez kargehekê vekim. Ev huner di heman deme de ji bo mi weke terapîyekê ye. Dema ez çêdikim bêhna mi derdikeve û tiştên xirab ji heşê mi derdikevin. Ewilî diçim ji çolê kulîlkan berhev dikim. Piştî ku ez tînim malê dixim nava rûpelên pirtûkan. Kulîlk din ava pirtukan de hişk dibin. Piştî hişk dibin, datînim ba hev. Karek gelek zehmet e û sebrê dixwaze. Divê ritûbet nekişînin û li cihek ziwa werin veşartin. Piştî kulîlk hişk dibin dibim kargehê û pişt re em li ser difikirin ku van kulîlkan çawa bikin tablo. Piştî em sêwira kulîlkan çêdikin, dixin hundirê çarçoveyê ango tabloyê. Her tiştê me xwezayî ye. Em ji bo hişkkirina kulîlkan dermanek bikar naynin. Em dermanê zeliqandinê jî bikar naynin". ...

June 1, 2022

"Dema zarok bum kare çand û hunerê gelekî bala mi dikşand. Mi suret xêz dikir û mamosteyên mi pir ji mi hez dikir. Her wiha mi rê hevalê xwe jî dida. Ji ber ku derfeta mi tune bu bi dewam nekir. Me koçî bajarê Mersînê kir û li wi mi karê kartonpîyerê kir. Piştre ez hatim Mêrdîn û mi dest bi hostetîya kevirên Mêrdîn kir. Ji ber ku êdi ez kal bum û mi nikaribu kare keviran bikim mi dest bi karê deqkirinê kir. Ev 10 sale ez vî karî dikim. Di hunera deqkirinê de hewl didim ku çanda Mezopotamayê û Kurdan bi naskirin bidim. Weke Ahûra Mazda, Şahmaran, Zihayê Firat û Dîcle, Dewrêşê Evdî û Edûlê, li ser Sumer, Asûr û Medan nêzî 200 berhem min çêkir. Gelek xebatên min ên portreyan didomin. Her wiha min portreyên gelek navdarên Kurd jî çêkirin. Ji Eyşe Şan bigirin heta bi Mela Mistefa Barzanî min wêneyê gelekan li ser textîk deq kir. Ez ji çanda Kurd ilhama xwe distînim, ez vê bi hunera xwe jî nîşan didim. Ez dersa jî didim, heger kî were derîyê mi ji wan re vekirî ye". ...

May 8, 2022

"Ev 35 sale ku ez karê tamîra pêlavan dikim. 10 zarokên mi hene û mi her 10 zarok bi vî karî xwedî kir û mezin kir. Ji zarokatîya xwe heta aniha ez pêlavan tamîr dikim. Berê gelek kargehên tamîra pêlavan hebu lê aniha 3-4 kargeh mane. Hosteyên bere pir kêm mane. Berê wisa mekîne tunebûn , em bi destan dixebitîn. Derzî, ta, mîx û tevşo hebû. Tiştekî din tunebû. A niha şert û merc baştir in lê di netîcê de kar tuneye. Îro zilamek pêlava xwe nayêne vê derê û bi 15 lîreyan nade tamîrkirin. Wê demê millet ji gund dihatin û kar hebû. Mekîne tunebû lê kar zêde bû. Niha hemû tişt baş e lê em heta êvarê betal rûdinin. 20 sal berê karê me pir baş bu, lê ev çend sale ku kar kêm bibu. Min ê kargeha xwe bigirta. Lê piştî qeyrana aborî buhaya pêlavan jî pir zede bu. Ji ber ku pêlav pir buha bu êdi welatî pêlavên xwe yên kevn tamîr dikin. Her wiha karê me jî zede bu. Di dîrokê de gelek pîşe winda bu ye. Pîşeya tamîra pêlavan jî li ber windakirinê bu. Lê aniha pîşeya me ji ber qeyrana aborî dîsa rastî eleqeyek mezin tê". ...

March 23, 2022

"52 sale ez hesinkariyê dikim. Mi di 10 salîya xwe dest bi vî karî kir û heta aniha ez dixebitim. Di sala 1969an de mi destpêkir. 9 sala ez li ber deste hostê xwe xebitîm. Di sala 1978an de mi kargeha xwe vekir. Di wan sala de welatîyan zarokên xwe dixistin karên wiha. Dema me ji gund koçî bajêr kir bavê min mi anî ba hesinkarêkî fileh. Navê wî İsmail bu. Bavê min mi teslîmî wî kir û got ‘kurê mi emanetî xwedê û emanetî te’. Xwedê ji wî razî be, ji mi pir hezdikir û karê hesinkarîyê pêş mi kir. Berê karê me pir zor û zehmet bu lê perê wê jî pir bu. Piştî ku teknolojî pêş ket û mekîne derketin kare me ji sedî 90 kêm bu. Ez das û balte çêdikim. Zêdetir gundîyên derdorê bajêr dikirin. Di vî karî de ya herî girin avdana hesine. Her hoste li gorî xwe avê dide, hinek bi rûn av dide hinekl jî bi avê. Ez bi avê av didim. Dema hûn av nedin tu wateya wî hesinî namîne. Her hesinek 11 caran dikeve nava agir û em dikin das û balte. Divê em 4 kes bixebitana lê ji ber rewşa aborî em 3 kes dixebitin. Ji ber wê em zede diwestin". ...

March 2, 2022

“Karê me gunda ajaldarî ye. Li gundê me biçuk û mezin nêzî 20 hezar ajal heye. Her roj diçe xwedî kirina pez zor û zehmet dibe. Dema zivistanê berf zede tê rêya gund tê girtin û em nikarin ji gund derkevin. Bi mehan rê girtî dimîne. Ji bo me pirsgirêka herî mezin av e. Li gund ava vexwrinê tune ye. Em avê ji bîra derdixin. Zivistanê av cemed digre û em nikarin wê avê jî derxin. Ji bo xwe em karin avê ji berfê derxin lê ajalên me ji tîna dimrin. Heta aniha 4 ajalên mi jî, tîna mirin. Her roj qerîna wane. Mirov çawa bê av naqedîne ajal jî wiha ne. Ku av tune be wê hemu bimrin. Bi salane ev pirsgirêka avê heye. Heta havînê av tevahî zûwa dibe. Ji ber wê dema biharî em pezê xwe divin bajarên herema Serhedê. Heta payizê em li zozanên Serhedê dimînin. Piştre vedigerin gund. Êdi karê gundan û ajaldarî gelekî zor û zehmet buye. Ji ber vanm zehmetîyan gelek welatî ji gund koçî bajaran dikin. Em neçar mane”. ...

February 13, 2022

“Ez Zanîngeha Erdexanê doktora dikim. Mijara teza doktora ya mi çanda eşîrên koçere. Ez li ser eşîrên koçer yên Elikan, Duderan û Soran dixebitim. Ev salekê ez bi wan re dijîm û bi wan re bajar bi bajar koç dikim. Din ava salekê de ez 3 caran çume mala xwe, weke din ez bi koçeran re li çîyayên cüda di konan da dijîm. Di serî de ji ber ez ji bajêr hatibum mi gelek zor û zehmetî dîtin. Lê aniha ew zor û zehmetî tune ye. Ew mi weke keça xwe dibinin û ez jî wan weke malbata xwe dibînim. Aniha em ê ji Şirnexê koçî Serhedê bikin. Ev rê wê 2 mehan dewam bike. Di pêvajoya ku ez bi wan re mam mi gelek pirsgirêkên wan jî dît. Yek jê kirêya zozanan ya di jî rêya koçê ye. Zozanên ku lê dimînin gundî gelek dirav dixwazin. Ji ber ku rêyek dîyarkirî ya koçê tune ye gelek zor û zehmetîyan dibinin. Ji bo ev pirsgirêkên wan çareser bibe mi raporek amade kir û ragihand rayedaran. Ji bo pirsgirêkên wan çareser bibe divê em xwedî li koçeran derbikevin”. ...

January 23, 2022

“Berê li gundê me gelek aşên avê hebun. Bav û kalen me jî kare aş dikirin. Piştî wan me destpêkir. 50 sal berê me av anî aş û me ev kar dewam kir. Ev 35 sale em li ser aşê avê tehînê çêdikin. Her tiştên me xwezayî ye. Kuncîyên vir bê gubre ne. Em li vir wan vedikin, dişun û li ser agir wan sor dikin. Bi hêza avê jî em tehînê çêdikin. Tiştekî ku bi ceryanê dixebite li vir tune ye. Her tişt xwezayî ye. Tiştên ku bere hebu û ji bo tenduristîya mirovan baş bu ev tene maye. Me 14 zarok bi vî karî mezin kir. Rojê em heta 120 kîloya çêdikin û kîloyê bi 35 lîra difroşin. Kesên ku ji me distînin gelekî memnun dibin. Ji ber ku nêzî derîyê Xeburê ye kes ên ku diçin derîyê sînor ji vir tehînê dikirin û diçin”. ...

January 12, 2022

"Ev 45 sale ku ez bandfiroş im. Ev kar ji bavê mi ma. Mi emrê xwe da muzîkê. Berê eleqeyek mezin hebu lê aniha kes eleqeyê nîşanî banda nade. Hert tişt buye dijîtal. Ez di vî karî de zarokatîya xwe û bi tevahî jîyana xwe dibînim. Kargeha mi biçuke lê heta aniha mi nêzi 20 hezar band arşiv kirîye. Ji hunermendên heremî bigrin heta hunermendên navdar û hunermendên ku navê wan hatîye ji bîr kirin, bandê hemuyan di arşîva mi de heye. Dema hunermend tên kargeha mi û bandê xwe dibînin matmayî dimînin. Ji ber ku wan jî bandên xwe ji bîr kirîye û di destê wan de tune ye. Ji dema ku mi dest bi vî karî kirîye ez herdemê bandekê difroşim ya di jî ji bo arşîva xwe hiltînim. Heger bandek tene di destê mi de bimîne ku malê dinyê jî bidin mi ez nafroşim. Ji ber ku mi emrê xwe daye vî karî û ji bo mi wateyek mezine. Ji gelek welatan tên û banda ji mi distînin. Hinek 10, hinek 20 banda dixwaze. Bi rastî ez dixwazim ku banda bifroşim kesên ku qîmeta wan zanibe. Ji ber ku kesên qîmet nezan carekê guhdar dikin û piştre davêjin". ...